Amed û Mêrdîn wekî 'Herêma Karesatê' hatin ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - AFADê ragihand ku ji ber karesata agirê zeviyan Amed û Mêrdînê wekî “Herêma karesatê” hatin diyarkirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

AFADê da zanîn ku ji ber agirên 20ê Hezîrana 2024an ku li Amed û Mêrdînê derketibû herêm wek “Herêma Karesatê” hatiye ragihandin û ji bo herêmê 5 milyon lîreyên Tirkî (milyonek û 700 hezar dolar) alîkarî hatiye şandin.

AFADê di daxuyaniyê de got: “Dewleta me hemû derfetên xwe bi awayekî bilez seferber kiriye.

Ji bo alîkariya malbatên qurbaniyên agir 3 milyon lîre ji Amedê û 2 milyon lîre jî ji Mêrdînê re hatiye şandin.

Herwiha ji bo zerara çandiniyê û ajelan jî Serokkomariyê û AFADê 50 milyon lîre bo herêmê şandiye.”

Çi bûbû?

20ê Hezîranê di navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê de şewateke mezin çêbû û midexaleya destpêkê ji aliyê welatiyan hatibû kirin.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdên 8 gundan belav bû.

Di encama şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest da û xisareke gelekî mezin a madî çêbû.

Piştî şewatê lêkolîn hatibû destpêkirin û li gorî lêkolîna destpêkê ya Serdozgeriya Komarî ya Amedê şewat ji têlên elektirîkê derketiye û bi ba û bablîsokê re gur û belav bûye û li Mêrdîn û Amedê 15 hezar donim erde çandiniyê li ber xwe girtiye.