Li Êlihê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Êlih Qedexeya Çalakiyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Êlihê ragihandiye ku li seranserê bajêr hemû meş, xwepêşandan û çalakiyên wiha 15 roj hatine qedexekirin.

Parêzgariya Êlihê li ser qedexeyan daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê ragihand ku li seranserê parêzgehê ji 1ê Tîrmehê heta 15ê Tîrmehê hemû çalakiyên wek meş û xwepêşandan, vedana çadir û standan hatine qedexekirin.

Li gorî daxuyaniyê, biryara qedexeya çalakiyan bi hinceta "ewlekariya welatiyan" hatiye dayîn û divê welatî li gorî vê yekê tev bigerin.

Ev di demekê de ye ku meş û xwepêşandanên DEM Partiyê yên dijî danîna qeyûm a li ser şaredariya Colemêrgê jî berdewam in û

Li çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî tên kirin û gelek herêm wekî “herêmên leşkerî” hatine ragihandin.

Herwiha beriya niha jî Parêzgariya Êlihê ragihandibû ku li navçeya Heskîfê di navbera 19ê Hezîranê û 3ê Tîrmehê herêmeke berfireh 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatiye qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst