ÎDIA - 'Di dema Coronayê de xelkê Amedê wekî kobay hat bikaranîn'

08-07-2024
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Amed Corona Kobay Prof. Dr. Cenap Ekîncî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Cenap Ekîncî ragihand ku sala 2020î li Amedê di dema nexweşiya Coronayê de amûreke bi navê “Tîrêja Tirk” hatiye bikaranîn ku bêdestûr bûye û ji aliyê zanistî ve pişkînîna wê nehatiye kirin.

Cenap Ekîncî li ser hesabê xwe yê Xê bi sernavê “Kê xelkê Amedê weke kobay bi kar anî” rêze nivîsek belav kir.

Ekîncî ji Rûdawê re got, “Wezîrê Tenduristiyê yê wê demê Fahrettin Koca li dijî kirîna wê amûrê bû ku ji aliyê zanistî ve nehatiye piştraskirin.”

“Ji ber ji aliyê zanistî ve nehatibû piştraskirin”

Ekîncî got, “27ê Hezîrana 2020î balafirek li Balafirgeha Amedê venişt ku xebera parêzgariyê jê hebû.

Di balafirê de 5 kesên ji sektora tenduristiyê ku profesorekî navdar ê singê hebû û herwiha 2 kes jî sivîl bûn.

Parêzgariyê pêşwaziya vê tîmê kir û yekser çûne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargilê û li wê derê Rêvebirê Saziya Tenduristiyî ya Amedê C.T. û Serbijîşkê Nexweşxaneyê E.B. pêşwazî li wan kir.

Armanca vê tîmê ew bû amûreke ku vîrûsa Covid 19ê di nav xwînê de bêyî bikaranîna derman çareser dikir bifroşin Wezareta Tenduristiyê.

Ji ber ji aliyê zanistî ve nehatibû piştraskirin, Wezaretê nedixwest vê amûrê bikire.

Herwiha ji ber ku li cîhanê nehatibû bikaranîn ti xebateke ceribandinê nehatibû kirin.

Serokê wê tîmê M.S. (mirovê nêzîkê wezîrekî) bi israr dixwest vê amûrê biceribîne û rapor bê amadekirin.”

“Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê qebûl kir”

Ekîncî diyar kir ku ti nexweşekî bikaranîna vê amûrê qebûl nekir lê Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê qebûl kir ku li ser nexweşê xwe bikar bîne.

Ekîncî wiha pê de çû: “Ev amûr bêyî xebera malbata nexweşan hebe 3 rojan li ser nexweşan hat ceribandin.

Li pêş nexweşxaneyê civîna çapemeniyê sazkirin û xwestin pêşkêşî berpirsên bilind bikin.

Lê Wezareta Tenduristiyê di nav de cih negirt.

“Wezareta Tenduristiyê ev amûr nekirî û bi kar neanî”

Rêvebirê Saziya Tenduristiyê ya Amedê û Serbijîşk bi wê tîmê re derketin pêş kamereyan û ji welêt re ragihandin.

Serkeftina amûra ku navê `Tîrêja Tirk` lê kiribûn ji cihanê re ragihandin.

Ez serokê wê tîma ku bi balafira taybet sibehê dihat û êvarî diçû nas dikim.

Ez dizanim ku hinek nexweşên ku bi wê amûra qaşo `Tîrêja Tirk` hatibûn dermankirin canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ev amûr nekirî û bi kar neanî. Li Amedê dermankirina çend kesan hat rawestandin û wekî kobayê (ceribandin) hatin bikaranîn.

Berpirsên vê yekê kî ne? Çima Amed hat hilbijartin? Gel çima wekî kobay hat bikaranîn? Mirovê wezîr li kû dera vê karî ye?”

“Divê navê wan nexweşên ku wekî kobay hatine bikaranîn were eşkerekirin”

Cenap Ekîncî derbarê bûyerê de ji Rûdawê re got, “Divê hesab ji berpirsên vî karî were pirsîn û navê wan nexweşên ku wekî kobay hatine bikaranîn were eşkerekirin.”

Ekîncî tekez kir ku li Amedê nêzîkî 10 nexweş wekî kobay hatine bikaranîn û çima ev amûr tenê li Amedê hatiye bikaranîn.

“Divê berpirsên ku destûr dane vî karî bên cezakirin”

Ekîncî got, “Di zanista tenduristiyê de heta derman an amûrek 6-7 salan neyê ceribandin divê rasterast li ser nexweşan neyê bikaranîn.

Divê berpirsên ku destûr dane vî karî bên darizandin û cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst