Rêya mirinê: Ji devê qaçaxçiyan çîroka keştiya binavbûyî ya li Îtalyayê

08-07-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rêya Mirinê Koçber Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berevajî axavtinên rizgarbûyên keştiya binavbûyî ya li Îtalyayê, Rûdaw çîroka çûyîna penaxwazan û binavbûna keştiyê ji devê qaçaxçiyan vedibêje.

Qaçaxçiyekî got, “Rojekê piştî binavbûna keştiyê zêdetirî 20 kesî telefonî min kir. Mirov bêzer dibe. Herî zêde 12 kes dikaribûn li keştiyê siwar bibin lê nêzikî 100 kes lê siwar bûbûn.”

Qaçaxçiyên ku ji Rûdawê re axivîn, pisporên rêya mirinê ne.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Sarbastê bi baldarî mijar şopandiye û behsa çend qaçaxçiyan dike.

Yek ji malbatên ku di keştiya binavbûyî ya li Îtalyayê de jiyana xwe ji dest daye Aram û hevjîna xwe û du keçên xwe yên biçûk bûn.

Çend caran hewl da lê di cara dawî de canê xwe ji dest da

Qaçaxçiyekî behsa wê malbatê kir û got, “Kekê Aram du caran çû, carekê xwest ji Antalyayê here lê qismet nebû û vegeriya.

Careke din jî hat Bodrumê, agir bi belemê ketibû nizinamin çi bû neçûn. Li heman cihî polîs hatin û ew desteser kirin.

Li gorî pilanê dê belemeke hevalê min re biçûya. Hevalê min got `ez nikarim.` Min got çima? Wî got, `ji ber ku hevjîna wî ducanî ye.`”

Çîroka wê malbatê hîn berdewam e. Qaçaxçî got, “Belemeke din amade bû. min ew birin belema din ku nêzikî 5 deqiqeyan dûrî bû.

Wî got "Bi Xwedê ez bimirim ez dê venegerim." Wî got ku divê ez îşev biçim min gazî hevalekî xwe kir û jê pirsî ka îşev çi ye.

Got hecî `Tiştekî wisa heye û îşev diçe.` Min got li kû derê ye? wî got li Bodrumê ye.

Min telefonî kir û min got Aram can yekî din heye diçe.

Aram got `Kekê Hecî ji bo Xwedê min bişîne ez herim halê xêzana min ewqasî nemaye. Belemeke ne xerab bû sarincokeke biçûk a xwarinê tê de diparêzin teqiya ku tiştekî wisa ye ji sedî yek çênabe.”

“Mirov guh lê nagire”

Qaçaxçî wiha pê de çû, “Min 8 hezar 300 dolarî ji Aram wergirtibû.

Ew şeva ku Aram çû min okey jê nestandibû ji ber bû Aram wekî birayê min bû, min bixwe okey da.

Îhmaleke herî biçûk jî tê de tinebû. Bi quran doh pêr 20 kesî telefonî min kir. Xwişka min a delal, mirov guh nadê.”

Nûçegihana Rûdawê piştî hewldaneke dûr û dirêj li Silêmaniyê bi yek ji qaçaxçiyên herî mezin ê kurd ê li Deryaya Egeyê re hevdîtin kir.

Nav û nasnameya wî parastî ye. Ew yek ji hevalên herî nêzik ê qaçaxçiyan e ku xwediyê wê keştiyê ye ku li Egeyê, koçberan tijî dike û dişîne Yunanistan û Îtalyayê.

“Heta 10-12 hezar dolaran jî derdikeve”

Qaçxçî beha behsa çûna xelkê ya Ewropayê kir û got, “Li gorî demê diguhere.

Eger xelk zêdetir here bihayê çûndinê heta 12-13 hezar dolaran jî derdikeve.

Eger xelk kêmtir sefer bike derdora 8-9 dolar in. Ew kesên xelkê kom dike 1000- 1500 dolarî ji xwe re hiltîne.

Yê ku rêwiyan radestî xwediyê keştiyê bike ji 1000 heta 1500 dolaran distîne. Ew keştî herî zêde 12 kes dikarin lê siwar bibin lê heta 50-100 kesî jî lê siwar dikin.”

Li gorî qaçaxçî “Keştî li gorî rêwiyan gaz, av û xwarinê hildigire û giraniya wê du qat zêde dibe.

Ev tê wê wateyê ku yatên herî mezin ji 10 ton heta 12 tonan zêdetir nînin.

Rêwî, av, xwarin û gaz ji 15 tonî zêdetir in, û bihayê van keştiyan bi gelemperî di navbera 100 hezar heta 150 hezar Euro ye, girêdayî mezinahî û biçûkatiya keştiyeê ye û dikare ji bo rêwîtiyek bi tenê jî were bikaranîn.”

Navenda koçberan: Ranya

Nûçegihana Rûdawê piştî Silêmaniyê diçe bajarê ku navenda koçberên Herêma Kurdistanê ye.

Li Ranyayê hindik mal hene ku kes jê derneketiye û kes jî hizra derketina wan nake.

Hawre Kastro bavê ciwanekî kurd ji Rûdawê re ragihand, “Malbateke pismamê hevjîna min ji vê derê bi heman rêyê çû û rastî wê bûyerê hat.

Hevjîn keçeke wî di avê de jiyana xwe ji dest da û 3 zarok jî hatin rizgarkirin.

Ez yek ji wan kesan in ku kurekî min tenê hene bi wê rêyê koç kiriye.

Qaçaxçî ji bilî derewan nikare tiştekî bike û li ser karê xwe rast be, ji ber ku ez difikirim ku ew hemû cure simsar in.”

“Bi belgeyên sexte vîzeyê derdixin”

Li nav bazara Ranyayê bi roj û eşkere ciwan bi navbeynkaran re dikevin bazarê.

Danûstandineke pir asayî ku ne mîna danûstendinek li ser jiyana mirovan xuya dikir.

Koçber bi navbeynkaran re dest didin heve dikevin bazareke tund.

Navbeykarekî got, “Piraniya ofîsên geştên esmanî dest bi karê wergirtina vîzeya sexte kiriye.

Wan dibin Mûsil û Hewlêrê bi belgeyên sexte, tapoyên sexte, piştgiriyên sexte ji wan re vîze werdigirin.

Niha li vê derê bihayê vîzyeke Tirkiyeyê deketiye heta 4 hezar dolarî.”

Ew keştiya ku ji navçeya Bodrumê ya parêzgeha Muglayê ya Tirkiyeyê ber bi Îtalyayê ve bi rê ketibû 76 kes tê de hebûn piştî motora wê teqiyabû bin av bûbû û 64 kes xeniqîbûn ku piraniya wan Kurd bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê sedema teqîna motora keştiyê nezanebûna kaptanê keştiyê bûye.

“Kaptanên bêtecrûbe tînin”

Qaçaxçiyekî ji Rûdawê re got, “Şofêrekî tînin û ji wan re dibêjin kaptan lê baş nînin û ne profesyonel in.

Ew wan şofêran hefteyekê an deh rojan fêr dikin û ew datînin ser GPS, ekran tiştan.

Wexta ku tu ji Yunanistanê ber bi Îtalyayê ve diçî nêzikî 600 kîlometreyî li nêzikî Yunanistanê derfeta rizgarbûnê heye.

Lê belê ji Yunanistanê heta Îtalyayê belemeke biçûk nikara 500 -600 kîlometreyî derbas bike.

Her kesekî ku here Ewropayê û bibêje wele min nizanibû, ewqas tije dikin, yan min nizanibû wisa diçe yan min nizanibû ewqas xetere rast nabêje.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst