Wan: 2 kes bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Qaçaxçîtiya Koçberan
A+ A-

Hewlêr ( Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 4 kes hatin desteserkirin û 2 kes ji wan bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê, li parêzgehê di çarçoveya “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” de ji aliyê tîmên girêdayî Şaxa Deriyên Sînor û Rûbirûbûna Qaçaxçîtiya Koçberan ve hefteya borî operasyonek hatiye kirin.

Di encama wê operasyonê de 4 kes hatine desteserkirin.

Herwiha her çar kesên hatibûn desteserkirin piştî kar û barên yasayî hêzên ewlehiyê ew birin dadgehê.

Dadgehê bi tohmeta qaçaxçîtiya koçberan derbarê 2 kesan de biryara girtinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst