Li Wanê bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan PKK Wan Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta PKKyê 4 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 30ê Hezîranê û 7ê Tîrmeha 2024an de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Li Wanê di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 4 kes hatin desteserkirin.

Derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digrin û bi hinceta PKKyê xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst