Îraqê 181 berhemên dîrokî ji Amerîkayê vegerandin

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Berhemên Dîrokî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îraqê 181 berhemên dîrokî yên ku di demên cuda de hatibûn revandin, ji Amerîkayê vegerandin.

Berhemên dîrokî li Bexdayê bi merasimekê radestî Wezareta Rewşenbîrî ya Îraqê hatin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Wezîrê Rewşenbîrî, Tûrîzm û Berhemên Dîrokî Ehmed Fekqak El-Bedranî beşdarî merasîmê bûn.

Piştî serdana Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya meha Nîsanê ya Amerîkayê, hatibû ragihandin ku dê hin berhemên dîrokî ji Îraqî re bên şandin.

Berhemên navborê salên 1990î  ji parêzgeha Mûsilê bi qaçaxî birîbûn Los Angelesê.

Ji bo berhemên din jî xebat dewam dikin

Ji aliyek din ve, Bedranî got ku wezaret li ser hewlên xwe ji bo vegerandin berhemên din berdewam dike ku bi qaçaxî birine welatên curbicur.

Piştî sala 2003yan gelek berhemên dîrokî ji muzexaneyên Îraqê hatin derxistin û bi qaçaxî birin derve.

Berî niha jî Wezareta Karên Derve ya Îraqê ragihandibû ku wan ji sala 2019an ve zêdetirî 34 hezar berhem ji welatên curbicur ên cîhanê vegerandine wî welatî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst