Li Minbicê 2 çekdar hatin kuştin
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên Tirkiyeyê hatin kuştin.
Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyê ve hewl da ku bikevin gundekî Minbicê.
Li gorî navendê ew hewldana çekdaran hat têkbirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin çekdarên Tirkiyeyê roja înê hewl da ji gundê Olalşiyê bikevin gundê Boxazê.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku şervanên Cebhet El Ekrad û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çekdaran şopand û bersiv da.
Li gorî daxuyaniyê şer derket û şervanan hewldana çekdaran a ketina gund têk bir.
Hat ragihandin ku 2 çekdar jî hatin kuştin û yên din jî reviyan.