Li Minbicê 2 çekdar hatin kuştin

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Minbic Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê 2 çekdarên Tirkiyeyê hatin kuştin.

Li gorî medyaya Rêveberiya Xweser, Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ser bi Tirkiyê ve hewl da ku bikevin gundekî Minbicê.

Li gorî navendê ew hewldana çekdaran hat têkbirin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin çekdarên Tirkiyeyê  roja înê hewl da ji gundê Olalşiyê bikevin gundê Boxazê.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku şervanên Cebhet El Ekrad û Meclisa Leşkerî ya Minbicê tevgera çekdaran şopand û bersiv da.

Li gorî daxuyaniyê şer derket û şervanan hewldana çekdaran a ketina gund têk bir.

Hat ragihandin ku 2 çekdar jî hatin kuştin û yên din jî reviyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst