Li Cizîrê otomobîlek ket nav keriyê pez: Şivan mir û hin ajel jî telef bûn

 Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê otomobîlekê li şivan û keriyê pez xist û di encamê de şivan mir û hin ajel jî telef bûn. 

Otomobîla nasnameya şoferê wê hîn hî diyar nebûye, li ser rêya Cizîr-Hezêxê li şivan û keriyê pez xist ku derbasî aliyê din ê rê dibûn.

Di qezayê de şivanê bi navê K.D. (48) xedar birîndar bû û hin heywan jî telef bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê K.D bi ambulansê bir Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê lê şivan li gel midaxeleyê xilas nebû.