Ji bo 13 bajaran hişyarî hat dayîn

08-07-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Baran Lehî Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku tê pêşbînîkirin li 13 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê barana gur bibare.

Tevî ku demsala havînê ye li hinek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran û şilî berdewam e.

Saziya Keşnasiyê ji bo 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û 5 parêzgehên Tirkiyeyê di asta zer de hişyariya barana gur da.

Li gorî Saziya Keşnasiyê, tê pêşbînîkirin ku roja îro li parêzgehên Erzirom, Erzingan, Çewlig, Mûş, Wan Agirî, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Ordu, Samsun, Giresun, Trabzon û Bayburtê yên Tirkiyeyê barana gur bibare.

Pileyên germê jî li bajarên Serhedê li gorî demsalê di navbera 2-4 pileyan de dadikevin.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku li hember egera lehî, teyrok, brûsk, ba û bahozê û pirsgirêkên trafîkê tedbîrên pêwîst wergirin.

Ji aliyê din ve li parêzgehên Erzirom, Qers û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê doh lehî rabû û di encam de keçeke 22 salî canê xwe ji dest da, çar kes birîndar bûn û zerarên madî çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst