Fransa êdî jin û zarokên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê venagerîne

08-07-2023
Hisên Omer
Nîşan Fransa Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fransa êdî jin û zarokên DAIŞê yên Fransî ji Rêveberiya Xweser nabe, ji ber ku kesek ji wan naxwaze biçe Fransayê.

Berpirsekî bilind ê Fransayê ji ajansa AFPê re gotiye, piştî ku Fransayê hinek jin û zarokên DAIŞê ji Rojavayê Kurdistanê birin ku xwestibûn vegerin welatê xwe, piştre ti kesek naxwaze vegere Fransayê.

Dîplomatê Fransî dibêje ew nikarin bi darê zorê wan jin û zarokên DAIŞiyan vegerînine Fransayê.

Parêzer Imran Mensûr li ser biryara Fransayê got, “Ji ber ku li Fransayê çalakiyên teroristî çêbûne ew bi çavekî tirs li van kesan dinêre ku wan bîne têxe nav civaka Fransayê. ”

Fransayê heta niha 169 zarok û 57 jin ji kampên Holê û Rojê yên Rêveberiya Xweser vegerandine lê 80 jinên ku li kampan mane naxwazin vegerin.

Roja Sêşema borî Fransayê 25 zarok û 10 jinên DAIŞê ji kampên Rojavayê Kurdistanê vegerandibûn Fransayê.

Kampa Holê

Kampa Holê dikeve rojhilatê parêzgeha Hesekê li Cizîra Rojavayê Kurdistanê.

Li gor amarên Netewên Yekbûyî li Kampa Holê, 66 Hezar û 101  kes hene, ku ji 60 welatî çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bûne.  Ji %39 ji wan xelkên Sûriyê ne, hejmara wan 25 Hezar û 780 kes in.

Ji %46 ji wan Iraqî ne, hejmara wan 30 Hezar û 724 kes in.  Ji %15 ji wan xelkê welatên din in, ew jî 9 Hezar û 597 kes in, û xelkê 66 welatan in.

Li Kampa Holê 18 hezar û 208 malbat hene  û %96 ji wan jin û zarok in,  %66 ji wan zarokên di bin 18 salî re ne.

Li gorî amarên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya ji bo zarokan, UNICEFê, hejmara zarokan li wê kampê 28 hezar in.  Bêhtirî 7000 zarok ji wan, xelkê welatên din in. 77 zarok sêwî ne, bav û diyên wan di şer de hatine kuştin.  12 hezar girtiyên çekdarên DAIŞî jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst