Xelkê Kobaniyê ji nebûna elektrîkê û sotemeniyê bêzar bûne

08-07-2023
Hisên Omer
Xelkê Kobaniyê ji nebûna elektrîkê û sotemeniyê bêzar bûne
Xelkê Kobaniyê ji nebûna elektrîkê û sotemeniyê bêzar bûne
Nîşan Kobanî Mazot Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber ku mazot hem tune, hem jî mazota ku peyda dibe kalîteya wê xirab e, gelek karên ku li ser mazotê kar dikin rawestiyan e, welatî ji ber vê rewşê bêzar bûne.

Rêveberiya Xweser berî niha biryar dabû ku her 10 rojan carekê benzînxane 50 lître mazot bi bihayê 425 lîreyên Sûrî bide xwediyê karta zîrek lê welatiyekî ji Kobanî ji Rûdawê re dibêje, mazot li Kobaniyê nayê belavkirin.

Li herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji hefteyekê ve ye, krîzeke tund a nebûna mazotê serî hildaye. Li gorî dîmenên ku bi destê Rûdawê ketine bi sedan otomobîl, barhilgir û welatî li ser dora mazotê bi demjimêrên dirêj dimînin bêyî ku 1 lître mazot werbigirin.

Li gorî kerta zîrek, pêwîst e 50 lître mazot her 10 rojan li gorî karta zîrek bên dayîn, 425 L.S bihayê her lîtreyekê li gorî karta zîrek e. 1200 L.S bihayê 1 lître mazot li bazara azad e lê çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne ji Kobanî tekez dikin ku tevahiya benzînxaneyan vala ne û mazot nayê dayîn.

Welatiyekî ji Kobaniyê got, “Li Kobaniyê mazot tune, her 10 rojan carê 50 lîtreyê didin ku ew jî têra milet nake. Milet karê xwe diterikîne, nebûna mazotê dibe sedema berdana karê milet. ”

Li Kobaniyê, ne tenê krîza mazotê heye li piraniya pêdawîstiyên sereke bi zehmetî tên peydakirin.

Çavkaniyekê ji nav bajarê Qamişloyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku benzîna bi karta zîrek ku bihayê wê 210 lîreyê Sûrî ye kêm peyda dibe û benzîna din bi 710 û 750 lîreyên Sûrî tê firotin. Her 30 heta 70 rojî 1 betlê gaza malan bi karta zîrek bi 7000 L.S tê firotin. 1 tûrê nan bi 500 L.S tê firotin û 600 gram nanê siyahî bi 3500 lîreyên sûrî tê firotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst