Çalakvanê Kurd ê ku Îstixbarata Îranê ew desteser kiribû canê xwe ji dest da

08-07-2023
RÛDAW
Nîşan Mûsa Îsmaîlî Îran Îşkence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çalakvanê siyasî yê Kurd Mûsa Îsmaîlî ku ji aliyê Îstixbarata Îranê ve hatibû girtin, di bin “îşkenceyê” de canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê ragihand, rayedarên Îtlaata Îranê ya Urmiyê peywendî bi malbata Mûsa Îsmaîlî yê ku 62 roj in ji aliyê Rêxistina Îtlaata Îranê ve hatiye desteserkirin re danîn û xwestine ku cenazeyê kurê xwe ji morga tiba edlî bistînin. Malbata ku çûbû navenda desthilatdariyê xebera mirina kurê xwe wergirtine lê cenaze radestî malbatê nehatiye kirin. Her wiha gef li malbatê hatiye xwarin ku ji bo kurê xwe şînê daneynin.

Mûsa Îsmaîlî yê 35 salî ji gundê Peswe yê bajarê Pîranşarê yê Rojhilatê Kurdistanê berî du mehan ji aliyê hêzên îstixbarata Îranê ve bêyî ku ti belgeyeke dadgeriyê nîşan bidin, hatibû desteserkirin û dest danîbûn ser otomobîla wî.

Li gor çavkaniyekî nêzîkî malbata Îsmaîlî, hêzên hikûmetê bêyî ku tu zelalkirinekê li ser rewşa wî nîşan bide ew darve kirine lê malbata Îsmaîlî di dema girtina Mûsa de berdewam çavdêriya rewşa wî dikirin û di wê baweriyê de ne ku ti darizandin û tedbîrên qanûnî li ser Mûsa nehatine kirin.

Di dema ku Mûsa Îsmaîlî di girtîgehê de bû, ti doz lê nehatine vekirin û pêvajoya darizandinê nehat meşandin. Li gorî rayedaran, biryara darvekirina Îsmaîlî ji aliyê Dadgeha Bilind a Komara Îslamî ve hatiye pesendkirin û piştre hatiye cîbicîkirin.

Têkildarî sedema desteserkirina Mûsa û tawana li ser wî heta niha jî nehatiye diyarkirin. Malbata wî dibêje ku ew ji aliyê hêzên hikûmetê ve bi îşkenceyê hatiye kuştin. Cenazeyê wî demeke dirêj li morgê hatiye hîştin û îro xebera mirina wî hatiye dayîn.

Rayedaran gef li malbata Îsmaîlî xwarine ku heger agahiyek bê belavkirin û nûçe di çapemeniyê de cih bigirin dê ji bo malbatê encamên wê yên giran hebin.

Hat destnîşankirin ku Mûsa Îsmaîlî ji dema ku desteserkirinê heta mirina xwe bi telefonê bi malbata xwe re neaxiviye. Serlêdan û hewldanên berdewam ên malbata wî yên ji bo navendên curbicur ên hikûmî û dadwerî re ji bo zanîna çarenivîsa Mûsa bê encam mane.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê "kuştina Mûsa Îsmaîlî" şermezar kir û da zanîn ku ew dê li ser tawanên saziyên dewletê bişopînin û encamên wê bi raya giştî re parve bikin.

Li gor raporeke berê ya Hengawê di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de li girtîgehên Îranê herî kêm 20 girtî di bin îşkenceyê de mirine. Hate diyarkirin ku 13 girtiyên ku bi îşkenceyê canê xwe ji dest dane Kurd in ku ew jî ji sedî 65ê hemû rêjeyê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst