Li Erzeromê baran û teyrok bariyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê piştî barîna baranê û teyrokê cade û kolan di bin avê de man.

Li navenda Erzeromê û cihên wê yên bilind îro Şemiyê 8ê Hezîrana 2023an di demjimêrên nîvro de baraneke gur bariya, piştî baranê jî teyrok bariya. Baran û teyrokê bandoreke nerênî li jiyana welatiyan kir.

Li navenda bajêr ji ber barana zêde û teyrokê cade û kolan di bin avê de man. Şofêrên otomobîlan di çûnûhatinê de rûbirûyê zehmetiyan bûn.

Hêzên ewlekariyê ji ber kombûna ava zêde ya baranê Pira Azîzîye ya li navçeya Yakutiyeyê ji bo demekê ji çûnûhatinê re girtin. Piştî ku av bi vîdanjorê hat kişandin pir careke din ji bo trafîkê hat vekirin.