Şaredarê nû yê Patnosê hat hilbijartin

08-07-2023
Ferdî Sak
Nîşan Patnos Agirî HDP Mehmet Şahîn Savci
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mehmet Şahîn Savci bû şaredarê nû yê navçeya Patonosê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê.

Piştî ku hevşaredarên HDPê yên navçeya Patnosê Emrah Kiliç û Muşşeref geçer bi îddiya “fesadî xistine nav îhaleyê” hatibûn girtin, roja Înê 7ê Hezîrana 2023an şaredarê nû yê wê navçeyê hat hilbijartin.

Berbijêrê AK Partiyê Çetîn Taşdemîr û berbijêrê HDPê Mehmet Şahîn Savci bo şaredariya Patnosê hevrikiya hev kirin.

Di dengdanê de Mehmet Şahîn Savci ji tevahiya 18 dengên endamên encûmena Şaredariyê 14 deng bidest xistin û bû şaredarê nû yê Patnosê.

Savci piştî ku hat hilbijartin daxuyaniyek da û got: “Em dê ji bo Patnosa xwe bînin wî cihê ku heq dike kar bikin. Ji niha û pê ve 7 meh hene û em dê bi hev re karên baş bikin. Ez spasiya wan endamên encûmena me dikim ku deng dane min.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst