Serok Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyamek belav kir

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û got, “Hêvîdar im biratî, yekîtî û pêkvejiyan li welatê me berfirehtir bibe.”

Serok Barzanî îro Înê 8ê Tîrmeha 2022an bi hatina Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û got, “Pîrozbahiyê li malbatên şehîdan û Pêşmergeyan û hemû welatiyên xoşewîstên Kurdistanê dikim.”

Serok Barzanî her wiha anî ziman, “Di vê cejna pîroz de daxwazê ji Xwedayê mezin dikim ku xêr û selametiyê bide hemû gelê Kurdistanê.”

Serok Barzanî di peyama xwe de her wiha got, “Hêvîdar im biratî, yekîtî û pêkvejiyan li welatê me berfirehtir bibe û ev cejna pîroz bibe sedema pêkhatina aştî û aramiyê li herêmê û hemû cîhanê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst