Nêçîrvan Barzanî: Em cejnê bikin derfetek ji bo yekrêzî, yekîtî û hevqebûlkirinê

08-07-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê peyamek belav kir û daxwaz kir ku ev cejn bibe derfetek ji bo yekrêzî, yekîtî, hevqebûlkirinê, vekirina rûpeleke nû ya aştiyê, lihevhatinê û gaveke ber bi pêşerojeke çêtir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Înê ji bo pîrozbahiya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyî pêşkêşî Misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û anî ziman, “Ez pîrozbahiyê bi taybetî li malbatên serbilind ên hemû Pêşmergeyên qehreman dikim û hêvîdar im cejneke aram û bêhnvedaneke aram bijîn û cejn bibe sedema xweşî û aramiyê.”

Nêçîrvan Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe derfetek ji bo yekrêzî, yekîtî, hevqebûlkirinê, vekirina rûpeleke nû ya aştiyê, lihevhatinê û gaveke ber bi pêşerojeke çêtir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha got, “Bila em vê cejnê li Iraq û Herêma Kurdistanê bikin destpêkeke nû ya hevkarî û xebata hevbeş di navbera hemû hêz, partî û pêkhateyên welat de ji bo çareserkirina pirsgirêkan û derbaskirina kêşeyan û parastina aştî û aramiyê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst