Ji bajarekî Bakurê Kurdistanê 408 koçberên Efxan paşde hatin vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 408 koçberên Efxanistanî bi firokeyan bo welatê wan hatin vegerandin.

Li gor agahiyan 408 koçberên Efxan ên li Navenda Paşdevegerandinê ya girêdayî Îdareya Koçê ya parêzgeha Wanê roja 7ê Tîrmeha 2022an bi minîbûsan bo Firokexaneya Ferit Melen a Wanê hatin veguhestin.

Ew koçberên Efxan ku di rêya qaçax a ber bi Ewropayê ve li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine desteserkirin, ji Firokexaneya Wanê jî piştî kar û barên yasayî bi du firokeyan bo Efxanistanê paşde hatin vegerandin.

Li aliyekî din Rêveberê Îdareya Koçê yê Wanê Cuma Omurcu ragihandiye ku paşdevegerandina koçberan bo welatên wan dê berdewam be.