Galeriya wêneyan

08-07-2022
16 Photos
Bilind T. Abdullah

Tevî nêzîkbûna cejna Qurbanê, li Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê jî weke cihên din ên Herêma Kurdistanê tevgera li bazarê zêde bûye û bazara li vê kampê ji êvarê ve heya derengê şevê pir qelebalix dibe.

Kesên di kampê de dijîn, ji bo amadekariya cejnê û ji bo pêwîstiyên malbata xwe re bikirin, diçin bazara li kampê.

Kampa Domîz ku dikeve parêzgeha Duhokê, kampa herî mezin a koçberên Rojavayê Kurdistanê ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.