Serdana geştiyaran bo Çemê Mûnzûrê destpê kir

08-07-2021
RÛDAW
Çemê Mûnzûrê
Çemê Mûnzûrê
Nîşan Dêrsim Çemê Mûnzûrê Geştiyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdana geştiyaran ji bo Çemê Mûnzûrê ya Dêrsima Bakurê Kurdistanê destpê kir. Piştî heyama asayîbûna jiyanê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kompanyayên geştiyariyê dîsa dest bi anîna geştiyaran kirine.

Rêberê Geştiyaran Mehmet Peker dibêje “Ez bi xwe rêberekî tûrîsta me. Ez tûrîstan tînim vê derê. Her dawiya hefteyê, em mirovan tînin vê derê. Em behsa dîrok û çanda Dêrsimê dikin. Em behsa Elewîtî, Kurdayetî, Seyîd Riza û bûyerên ku li vê derê çêbûne dikin.”

Li Çemê Mûnzûrê geştiyar derfetên corbicor werzîşkirinê jî dibînin û kelecaneke mezin dijîn, rafting û zipline  ji wan werzîşane ku bi wêrekîyeke mezin geştiyar dikin.

Geştiyar Gulten Er “Cara yekeme ez têm Dêrsimê. Xwezaya wê pir xweş e. Ez pir kêfxweş im ku ez hatime vê derê. Çanda wan hinek ne weke çanda me ye. min vê derê pir eciband. Mirovên vê derê pir xwîn germ in.”

Ne tenê ji dewerên nêz û ji gelek bajarên din yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek Amed, Mêrdîn û jî geştiyar serdana Dêrsimê dikin.

Geştiyar Vezîr Karaaslan “Ez ji Amedê têm. Xwezaya wê pir xweş e. milet jî pir mêvanperwer e.”

Ne tenê Kurd ji xelkê din jî gelek geştiyar bo ciwaniya Çemê Mûnzûrê bîbînin serdanê dikin. Amîra toprak yek ji van geştiyara ye ku bi hatina vir kêfxweşiya xwe tine ziman.

Geştiyar Amira Toprak “Ez ji Mîdyadê me. Salê du caran ez têm Dêrsimê, xwezaya wê gelek ciwane. Divê hemu kes bê vê derê, vê ciwaniyê bibîne”

Li Dêrsîmê sala borî ji ber pandemiyê tevgera geştiyariyê hatibû seknandin.Li gor amarên parezgarê Dêrsimê di sala 2019an de nêzîkî 130 hezar geştiyaran serdana Dêrsimê kiriye, lê derbarê amarên geştiyariyê yê piştî pandemiyê nehatine belav kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst