Zeyat Ceylan: Qeyûm nenaskirina îrada gelê Kurd e

Hewlêr (Rûdaw) - Di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3ê jê bajarên mezin 5 bajar, 45 navçe û 12 nehiyan de şaredariyan bidestxistibûn. Piştî hilbijartinan demildest proseya danîna qeyûman bo şaredariyên HDP destpêkiribûn. Serokbajarê HDP yê Amedê Zeyat Ceylan dibêje “Qeyûm nenaskirina îrada gelê Kurd e.”

Di nav demê de ji bo 59 şardariyên HDPê qeyûm hatin danîn û beşek ji şaredarên HDPê jî hatin zindanî kirin. Roja di destên HDPê de tenê şaredariya 4 navçe û 2 jî nehiyan mane.

Di dawî hilbijartinên heremî yên  31ê Adara 2019an de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Amed, Mêrdîn û Wan jî di tev de li sê bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarokan bi rêjeyek zêde destbixistina dengan şaredariyan kar kiribû.

Piştî hilbijartinê ji bo 6 kesên ji HDPê weke şaredar hatibûn hilbijartin bi hinceta ku bi biryarnameyên di hukmê qanûnan de ji karên xwe hatine dûrxistin mazbata nehat dayîn û di şûna wan de namzetê herî zêde deng standibû yên partîya duyemîn weke şaredar hatîn tayînkirin û herwiha di nav demê de ji bo 53 şaredariyên din yên HDPê jî qeyûm hatin danîn û bi vî awayî 59 şaredarî ji destên HDPê derketin.

Serokbajarê HDP yê Amedê Zeyat Ceylan dibêje “Qeyûm nenaskirina îrada gelê Kurd e. Em vêya jî wek zilmê pênase dikin. Qeyûm ji bo zimanê me, çanda me, dîroka me bişaftin û nenaskirina zimanê me, çanda me dîroka me ye. Qeyûm di heman demê de ji bo desthilat û desthilatdariyê rant e. Qeyûm nenaskirina îrada gelê Amedê ye. Ji ber wî jî gelê Amedê ti car qeyûm nasnekir. Ji vê saetê şûnda jî ewê nas neke.”

Gulşen Ozer jî hevşaredara navçeya bi ser Amedê ve ya Bismilê bû ku ji bo şaredariya wê jî qeyûm hatiye danîn û ew ji karê xwe hatîye dûrxistin.

Hevşaredara Berê ya Bismilê Gulşen Ozer got “Em dizanin ku îradeya me ya herî mezin gelê me ye. Em îrada gelê xwe nas dikin. Em ê her wext dinav gelê xwe da bin em ê bi gelê xwe re bin. Lê kînga be jî dê qeyûmê herin. Qeyûm ne ji bo xizmetê, ji bo talanê hatiye. Ji ber ku ji bo talanê hatiye kes wî nasnake gel jî vê îradê qebûl nake.”

Piştî danîna qeyûman şaredarên HDP bi hincetên cûda cûda hatin desteserkirin û beşek ji wan hatin darizandin û bo girtîgehan hatin şandin. Herwiha ji aliyê HDPê û alîgirên HDPê ve weke bertek li bajarên cûda cûda dirûşme hatin lidarxistin lê tevî hemû bertekan jî wezezreta navxwe ya Tirkiyê ji biryara danîna qeyûman ya ser şaredarîyên HDPê nezivirî.

Parlementera HDPê ya Edenê Tulay Hatîmogûllari dibêje “Desthilata heyî dixwaze bi tayînkiriyan re welat bi rê ve bibe, ne bi hilbijartiyan re. Desthilata heyî eynî tişt ji bo revebiriyên heremî jî dixwazin. Yanî ku namzetên wan qezenc nekiribin di şûna wan de walî û qeymeqaman tayîn dikin. Desthilat bi vê yekê ew mafê ku bi salan berê hatibû bidest xistin yê deng dayînî û hilbijartinê ji holê radike, rasterast qesta vê mafê tê kirin.”

Danîna qeûyman ya bo şaredariyên HDPê di nav xelkê de jî bûye cîhê nerazîbûnê.

Welatî Hiseyîn Kaya got “Madem ku îro serokkamar dibêje ez bi dengên welatîya hatime ez ê bi dengên wan herim, divê ew rêz li yê li hember xwe bigre bibêje ev mirovan bi heqê xwe hatine, bûne şaredar û divê bibêje ez divê tecawuzî heqê van mirovan nekim.”

Welatî Yûnis Dari dibêje “Neheqî ye. Ev heqê Kurdan bû. Sed car be jî ew ê dîsa bi ya xwe bikin. Yanî ev yek zilm e.”

Welatiyek din jî got “Welleh neheqî ye ka bibêjim çi.”

Welatî Hecî Guçsuz dibêje  “Ji xwe heke edalet di vê welat de heba ev tişta nediqewimîn.”

Welatî Mihemed Zafer got “Ev îrada min e, madem min îro vî mirovî hilbijartibe, divê dewlet ji vê biryara min re rêz bigre. Ma ne were ye.”

Di halê heyî de ji 65 şaredariyan tenê şaredariyên navçeya Silopî ya Şirnexê, Patnosa Agiriyê, Qereçobana Erziromê, Çinara Amedê û şaredariyên nehiyeya Komir a Semsûrê û nehîyeya Gundikê Mele ya Şirnexê di destên HDP de mane.