HSDê bîlançoya şer û operasyonên 6 mehan aşkere kir

08-07-2021
RÛDAW
Nîşan HSD Rojava DAIŞ Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HSD bîlançoya operasyonên xwe yên şeş mehên bihorî aşkere kir û ragihand, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) 245 kes ji çekdarên DAIŞê û milîsên ser bi Tirkiyê çete hatin girtin, 53 çekdar hatine kuştin û herwiha 14 şervanên wan jî canê xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandinê ya HSDê roja Çarşemê 7 Tîrmeha 2021an amarên operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê û şer û pevçûnên li gel komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve yên  6 mehên borî belav kir.

HSD di daxuyaniya xwe de dibêje, “Di 6 mehên destpêka sala 2021an de, li dijî DAIŞê 34 operasyon hatin lidarxistin. Di wan operasyonan de bi giştî 245 çete hatin girtin.., 3 çete jî hatin kuştin.”

Li gor daxuyaniyê, di operasyonên HSDê yên li dijî DAIŞê de, Di tuneleke çekdarên wê rêxistinê hat dîtin, motorek û 2 mayîn hatin rûxandin û dest bi ser “cebilxaneyeke mezin” a DAIŞê de hat girtin.

DAIŞ di sala 2014an de beşeke mezin ji axa Iraq û Sûriyê kontrol kir û li wan navçeyan Xelafeta Îslamî ya li Iraq û Şamê ragihand. Herî dawî HSD bi piştgiriya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî di 2019an de li Baxozê xelafeta îslamî ya DAIŞê têk bir, lê di wan demên dawiyê de ew rêxistin li her du aliyên sînor (Iraq-Sûriye) dubare xwe birêxistin kiriye û êrişan pêk tîne.

HSDê di wan çend mehên dawî de li navçeyên sînorî yên bi Iraqê re û bi taybet li sînorê Dêrezorê operasyonên xwe yên li dijî DAIŞê û şaneyên wê yên nihênî zêde kiriye û di operasyoneke xwe ya meha Gulanê de 24 çekdarên DAIŞê girtin.

Li gor daxuyaniya HSDê, di şeş mehên derbasbûyî ruxmî agirbestê, gelek caran şer û pevçûn di navbera şervanên wan û komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de çê bûne.

HSDê ragihandiye, “Artêşa Tirkiyê û çeteyên wê ji destpêka salê heya niha, li dijî gundewarên Eyn Îsa û Til Temir, 206 caran êrişê topbaranê, ji 10 caran zêdetir jî êrişên bejahî lidar xistine. Di encamê bersivdayina hêzên me de gelek caran şerê giran qewimîn û hewldanên çeteyan ên pêşdehatinê hatin pûçkirin. Di wan şeran de bi gişî, zêdetirî 50 çeteyên dagirker hatin kuştin, 25 çete jî brîndar bûn.”

Li gor daxuyaniyê, di rûbirûbûna wan komên çekdar de hêzên HSDê 4 wesayîtên zirhî û 2 doçka ruxandin, 2 wesayîtên zirhî jî hatin derbkirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê destnîşan kiriye, di wan şeş mehan de 14 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst