Qedexe rabûn, hilkişîna bo Çiyayê Agiriyê destpê kir

09-07-2021
RÛDAW
Nîşan Çiyayê Agirî Çiyager
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di qedexeya pandemiyê bandorê çiyageran jî kir. Çiyayê Agiriyê, ku yek ji mezintirîn deverên hilkişînê yê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye, demek dirêj ji bo çiyageran hat girtin.

Bi rakirina qedexeyan li seranserê Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê, çiyager jî ketin tevgerê. Gelek çiyager ji bo hilkişin lûtkeyê çûn herêmê.

Çiyager tiştên ku nekarin hilgirin li ser pişta hespan dikin û dibin quntara çiyê û dûv re jî diçin cihê kampa yekem.

Çiyagerên ku şevê li kampê derbas dikin roja din diçin kampa duyemîn. Çiyager demjimêr di derdora 02:00an de  ji bo hilkişîna lûtkeyê dikevin rê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst