Ciwanê Rojava yê ku 20 neştergerî derbas kiriye li benda alikariyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanê Rojavayê Kurdistanê Ramî yê 16 salî, di temenê 21 rojiya xwe de dayîka wî jiyana xwe dest dide û bavê wî jî dev jê berdide û Ramî bi tena serê xwe dimîne. Ramî yê ku li Başûrê Kurdistanê di kampekê de dijî, heta niha 20 neştergerî derbas kiriye û li benda alikariyê ye.

Ramîyê 16 salî yê ji Qamişloyê dema ku bi tena serê xwe dimîne û nexweş dikeve, jineke xelka Qamişloyê lê xwedî derdikeve û ew mezin dike jê re dibe dayîk.

Malbata ku li Ramî xwedî derdikeve, heta niha wî nêzikî car neştergerî kirine. Malbatê ji bo dermankirina Ramî hemû tiştên xwe difroşin. Bijîşk jî dibêjin divê ew li derveyî welat bê neştergerîkirin, dermanê wî li Kurdistanê nemaye.

Ramî tevî hemû nexweşiyên xwe jî li saz dixe û hêvî dike ku ji xweşiya jiyanê qut nebe û jiyaneke tendirust bijî.

Malbata ku her tiştê xwe ji bo Ramî feda kiriye, 4 zarokên wan hene û ev 6 sal in li Başûrê Kurdistanê li kampa Dare Şikranê dijî. Malbat dibêje, êdî tiştekî wan nema ku ji bo Ramî bikin, ew li bendê ne ku hinek alîkariya wan bikin.