Jineke ducanî ya ji Efrînê bû qurbaniya guleyên şahiyê

08-07-2021
RÛDAW
Jineke ducanî ya ji Efrînê bû qurbaniya guleyên şahiyê
Jineke ducanî ya ji Efrînê bû qurbaniya guleyên şahiyê
Nîşan Sozan Ehmed Elî Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê serkeftina Kurê xwe pîroz bike bû sedema kuştina jineke ducanî.

Duh piştî diyarbûna encama ezmûnan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li Qamişloyê kesekî bi berdan guleyan serkeftina kurê xwe pîroz kir lê guleyên bê serûber bû sedema kuştina jina bi navê Sozan Ehmed Elî ya 29 salî.

Sozan Ehmed Elî ya 29 salî jineke koçbera ji Kurdên Efrînê ye û ducanî bû. Êvarê pîştî eşkerebûna encamên ezmûnan, ji ber guleyên bêserûber ên şahiyan jiyana xwe ji dest da.

Sozan Ehmed Elî tevî zarokê xwe yê 2 salî û hevjînê xwe berî 3 salan ji Efrînê koçberî Qamişlo dibin dakû jiyanake aram bijîn.

Sozan li Qamişlo hate veşartin û hejmarek ji xelkê di merasîma veşartina cenazeyê wê de beşdar bûn.

Heta niha di derbarê girtina ew kesê ku gule berdaye, ti agahî nehanine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst