Du sal piştî erdhejê nûjenkirina Bendava Derbendîxan dest pê kir

Derbendîxan (Rûdaw) – Karê nûjenkirinê li beşa jor a Bendava Derbendîxanê dest pê kir. Hikûmeta Iraqê bi qasî çar milyar dînar (3.33 milyon dolar) ji bo nûjenkirinê xerc kiriye û kompaniyeke Iraqî ku ofîsa wê ya sereke li parêzgeha Besrayê ye, bi cîbicîkirina projeyê ve mijûl e.

 

Endezyarê Şaristanî yê Bendava Derbendîxanê Salar Kerîm behsa karê nûjenkirina bendavê dike û dibêje ku "me dest bi yekem qonaxa tamîrkirina ziyanên erhejê kiriye ku amadekarî ye ji bo rakirina beşa jorê ya bendavê ku bi kûrahiya 10 metre, teniyê bendavê ji ser wê radikin".

 

Erdheja bihêz a dawiya sala 2017an ku bi bihêza 7.2 pile bû, ziyana zêdetirî 25 milyon dolar gihande bendavê. Beşên bendavê yên ku zirar gihiştiya wan, ji beşên tunela rêrewa ava bin bendavê, teniyê bendavê, deriyên înteyk, kanala rêrewa avê.

 

Rêveberiya Bendava Derbendîxanê Rehman Xanî diyar kir: “Tiştên heta niha dihatin kirin, karên biçûk bûn, karên sereke nû dest pê kirine. Lê belê sist in, ji ber ku dabînkirina wê budceya ku ji bo bendavê hatiye diyarkirin, ji ber rûtînan pir bilez nîne, divê Herêm li gel Iraqê biaxive daku 15 milyon dolar a ku hatiye diyarkirin, zû bidin.”

 

Bû du sal, rêveberiya bendavê 15 milyon dolaran weke qonaxa yekem, daye Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê, bi mebesta xerckirinê, weke ew bi xwe jî dibêje, rûtînan wisa kiriye ku beşeke kêm a wan pereyan bigihîje wan.

 

Di nava du salên derbasbûyî de du lijne li Hewlêr û Bexdayê, nûnerê Neteweyên Yekbûyî û kompaniyên Rûsî ji bo şêwirmendiyê serdana bendavê kirin, zirarên ku gihiştine bendavê di nava pênc raportan de diyar kirin.

 

Endamên Lijneya Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Parlamentoya Iraqê di hewldanê de ne, daku Wezareta Çavkaniyên Avê ya Iraqê û Wezareta Darayî qayîl bikin ku di demeke herî nêz de budceya ku ji bo nûjenkirina bendavê hatiye diyarkirin, hemû bi hev re were xerckirin.

 

Endamê Lijneya Çandinî û Çavkaniyên Avê û Rêveberê berê yê Bendavên Herêmê Mihemed Emîn balê dikşîne ser giringiya Bendava Derbendîxanê bo Iraqê û dibêje: “Em ê li gel Wezîrê Çavkaniyên Avê biaxivin, divê giringiyeke zêdetir bidin vê bendavê, ji ber ku ne tenê ji bo Herêmê ye, herwiha Iraq jî pişta xwe bi vê bendavê girêdide.”

 

Di sala 1958an de dema bendav hat avakirin, şiyana wê ya dagirtina sê milyar metre sêca av hebû, niha şiyana dagirtina avê bûye 2 milyar û 600 milyon metre sêca, di demsala barîna baranê de heft milyar metre sêca av hatiye nav bendavê, lê tenê du milyar û 400 metre sêca av hate dagirtin.