Nirxê lîreyê Tirkiyê bi rêjeya %2.1 li hemberî dolarî daket
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî roja Şemiya borî, Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê, ji kar avêt û cîgirê wî, li şûna wî danî, îro li gor daneyên bazara Asiya, bihayê lîre bermaber dolarê Amerîkî bi rêjeya ji sedî 2.1 daket.
Piştî ku Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Murat Çetinkaya ji kar avêt û li şûna wî Murat Oysal ê cîgirê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat destnîşankirin, vê yekê wiha kir ku guman li nava bazara Tirkiyê çêbe û nirxê lîreyê wî welatî li hemberî dolar daket.
Niha di bazarên Tirkiyê de her dolarek bi 5.72 lîreyên tirkî tê kirîn.
Erdogan gelek caran ji Serokê Bankaya Navendî dixwast rêjeya faîza (sûd) bankeyê were kêmkirin lê serokê banka navendî ew yek nedikir.