Nirxê lîreyê Tirkiyê bi rêjeya %2.1 li hemberî dolarî daket

08-07-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkikye Banka Navendî Erdogan Lîre Dolar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî  roja Şemiya borî,  Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê, ji kar avêt û cîgirê wî, li şûna wî danî, îro li gor daneyên bazara Asiya, bihayê lîre bermaber dolarê Amerîkî bi rêjeya ji sedî 2.1 daket.

 

Piştî ku Serokê Banka Navendî ya Tirkiyê Murat Çetinkaya ji kar avêt û li şûna wî Murat Oysal ê cîgirê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat destnîşankirin, vê yekê wiha kir ku guman li nava bazara Tirkiyê çêbe û nirxê lîreyê wî welatî li hemberî dolar daket.

 

Niha di bazarên Tirkiyê de her dolarek bi 5.72 lîreyên tirkî tê kirîn.

 

Erdogan gelek caran ji Serokê Bankaya Navendî dixwast rêjeya faîza (sûd) bankeyê were kêmkirin lê serokê banka navendî ew yek nedikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst