Ji Enqere û HPGê derbarê şerê Çelê de du daxuyaniyên cuda

08-07-2019
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Tirkiye Çelê Çolemêrg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li çolistan û bestên navçeya Çelê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke dijî gerîlayên PKKê de 3 gerîlayên wê rêxistinê canê xwe ji dest dane. Herwiha Hêzên Parastina Gel (HPG) jî ragihand ku li navçeya Çelê gerîlayên wan li dijî karwaneke leşkerî êrişek pêk anî û di encamê êrişê de 9 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskê de ragihand ku Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê li herêma Çelê operasyonek li dijî gerîlayên PKKê pêk anîne.

 

Li gor daxuyaniyê  3 gerîlayên  PKKê canê xwe ji dest dane.

 

HPG: 9 leşker hatin kuştin


Ji aliyê din ve HPGê jî ragihand ku di roja 2yê Tîrmehê de gerîlayên wan li herêma Çelê li dijî karwaneke leşkerî çalakiyek pêk anîne.

 

Di daxuyaniya HPGê de hatiye ragihand ku di encama êrişê de 9 leşkeran canê xwe ji dest dane û 3 leşker jî birîndar bûne.

 

HPG herwiha diyar kiriye ku di wê çalakiyê de ti ziyanên wan çênebûye.

 

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê li herêmê operasyon berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst