Ji bo hilbijartinên parlamentoyê bingehên nû yên tomarkirina dengderan tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsyan a Herêma Kurdistanê ragihand, ku roja sêşemî 10ê vê mehê bingehên nû yên tomarkirina navê dengderan têne vekirin.

 

Piştî demeke dirêj ji karê Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsyan a Herêma Kurdistanê tomara nû ya dengderan amade bû û tomara nû nêzîkî 3 milyon û 100 hezar kesan li xwe digre.

 

Rêveberê Giştî yê Amaran di Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê de, Karwan Celal ji Rûdawê re ragihand, ku weke amadekarî ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku dê îsal were sazkirin, tomara nû ya dengderam hatiye amadekirin.

 

Karwan Celal behsa wê yekê jî kir, ku di 10ê vê mehê de bingehên nû yên tomarkirina navê dengderan têne vekirin.

 

Bi gotina Karwan Celal li Hewlêrê 76 bingeh, Li Silêmaniyê 84 bingeh, li Duhokê 47 bingeh û li Helebçe jî 8 bingehên nû têne vekirin.

 

Biryar e di 30ê Îlona îsal de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê birêve biçin.

 

Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî roja înê 6ê Tîrmeha 2018 di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, ku dê hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe ya diyarkirî de bihêne encmadan û tekez kir, ku heta niha ti aliyekê bi fermî daxwaza paşxistina hilbijartinan nekiriye.