Zeviyên kurdan li ser navên ereban hatine tomarkirin

Pirdê (Rûdaw) – Piraniya tapûyên zeviyên deverên nakokî yên Başûrê Kurdistanê ku di serdema Sedam Husên de ji ereban re hatibûn belavkirin, hêj ji xwediyên wan re nehatine vegerandin.

 

Li nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê, 100 hezar donim zeviyên kurdan, hêj li ser navê welatiyên ereban e.

 

Cotkarên nahiyeya Pirdê diyar dikin, ji ber ku tapûyên erdên wan, ne di destê wan de ne, nikarin piştgiriyên çandiniyê werbigrin.

 

Cotkarê bi navê Bahawan Hacî Cewher ji Rûdawê re ragihand, ku di serdema Beisê de tapûyên wan li ser navê erebên ku ji başûrê Iraqê anîbûn hatin tomarkirin û got: “Em nikarin piştgiriyên çandinî yên ku hikûmetê dide cotkaran werbigrin. Çimku erdên me bi awayekî fermî li ser navê me nehatine tomarkirin.”

 

Li nahiyeya Pirdê ya ku çemê Zêya Piçûk ji nav wê diherike, mêwe û zerzewat têne berhemanîn.

 

Cotkarê bi navê Dilşad Necmedîn jî destnîşan kir, ji ber ku deriyê gumrukê yê li nahiyeyê hatiye girtin, nikarin mêwe û zerzewatên xwe bişînin bajarên Iraqê.

 

Dilşad Necmedîn herwiha got: “Me berê her roj 100 – 200 kamyon zerzewat dişandin bajarên Iraqê. Lê niha em nikarin bişînin. Tevî vê yekê, ji Tirkiye û Îranê mêwe û zerzewat têne hawirdekirin. Ev jî dibe bandoreke neyênî.”

 

Ji rêveberên nahiyeya Pirdê Ebdulmutelib Necmedîn eşkere kir, ku ji 117 hezar donim erd, tenê li ser 10 hezar donim zeviyên çandiniyê pirsgirêk tune ye û got: “Nesepandina biryara Parlementoya Iraqê, him li dijî yasayan e û him jî li dijî destûrê ye.”

 

Di sala 1987an de tapûyên wan ji ereban re hatin belavkirin

 

Bi biryara Konseya Bilind a Şoreşê ya rejîma Beisê û bi biryara Komîteya Bakurê Iraqê di sala 1987an de li Başûrê Kurdistanê li sînorê Kerkukê, tapûyên nêzîkî milyonek donim zeviyên kurd û tirkmenan, ji ereban re hatibûn belavkirin ku ew ereb jî ji başûrê Iraqê hatibûn anîn.

 

Di sala 2012an de Parlementoya Iraqê biryar da, ku 500 hezar donimên ku ji destê xwediyên wan hatibûn wergirtin, cardin vegerin ser navê xwediyên wan. Lê hêj ev biryar nehatiye sepandin.