FLAŞ - Fermandarêkî pêşmergeyên PDK-Î şehîd bû!

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ragihand ku li navçeya Sewlawa ya Merîwanê, di encama şerekê de 2 pêşmergeyên wan şeh3id bûne ku yek ji wan pêşmergeyan Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Kawa Ciwanmerd e.

 

 

PDK-Î bi daxuyaniyekê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Î Kawa Ciwanmerd û pêşmergeyek din ê bi nave Serkeft Samedî, di dema şerê şerê di navbera pêşmergeyên PDK-Î û pasdarên Îranê ya li navçeya Sewlawa ya Merîwanê de, ji hevalên xwe vediqetin.

 

Li gor daxuyaniyê 10 roj piştî vê pevçûnê anku roja 5ê Tîrmehê, li heman navçeyê hêzên Artêşa Îranê Ciwanmerd û hevalê wî Samedî dorpêç dikin.

 

Di daxuyaniyê de tê gotin ku Kawa Ciwanmerd û hevalê wî, heta fîşeka xwe ya dawî li dijî leşkerên Îranî şer dikin û piştî ku cebilxaneya wan diqede, bombeyên xwe di xwe de diteqînin.  

 

Derbarê mijarê de Berpirsê Civata Leşkerî ya PDK-Î Rustem Cîhangîrî ji bo Rûdawê ragihand ku Kawa Ciwanmerd û hevalê wî Serkeft Samedî, li gundekê ser bi navçeya Sewlawa xwe veşartine lê hêzên ewlekariya Îranê piştî 10 rojan cihê wan peydakiriye.

 

Cîhangirî diyar kir ku herdu pêşmergeyan nêzîkê 2 seetan şer kirine û di dawiyê de ji bo bi zindî nekevin destê leşkeran, bi bombeya xwe dawî li jiyana xwe anîne.