ŞEMZÎNAN – PKKê bi çekên giran êriş kir

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên PKKê êriş li çend baregeh û qereqolên leşkerên Tirkiyê kirin.


Li gor agahiyan îro danê sibê saet 05.00ê li bajarokê Derecik 34emîn Fermangeha Yekîneya Sînor, baregehên û qereqolên li girên Kamişlî, Gedik, Xapiş û Mamreşê êriş pêk hat.


Hat gotin gerîlayên PKKê bi hawan û çekên otomatîk êriş kiriye.


Di encama êrîşê de şer û pevçûn derketiye û artêşa Tirkiyê firokeyên şerî jî bikar anîne.


Heta niha derbarê encamên êrişê de ti daxuyaniyên fermî nehatine dayîn.


Operasyona leşkerên Tirk li herêmê berdewam e.