Parêzerên Ocalan: Bila Îmralî were girtin Ocalan were berdan

 

Amed (Rûdaw) – Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan dibêjin, bila girtîgeha Îmraliyê were girtin û Ocalan jî were berdan.

Piştî şanda Îmraliyê, komek parêzerên Ocalan jî li ser hevdîtina bi Ocalan re daxuyaniyek dan û ragihandin, ev 4 sal in ew nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin.

Parêzeran astengkirina hevdîtna bi Ocalan re wek tecrîd bi nav kirin û xwestin, girtîgeha Îmraliyê were girtin û Ocalan jî were berdan.

Li gorî parêzeran, Ocalan aktorê serekî yê pêvajoya çareseriyê ye lewma ji bo ku pêvajo berdewam divê Ocalan bikaribe bi parêzên xwe re, şanda Îmraliyê û malbata xwe re hevdîtin bike…

Ji sala 2011ê ve heta niha parêzerên Ocalan neçûne girava Îmraliyê.