Domîz êdî weke bajarekî lê hatiye


Duhok (Rûdaw)- Kampa Domîz a koçberên Rojavayê Kurdistanê li parêzgeha Duhokê êdî ji kampeke penaberan zêdetir weke bajarekî lê hatiye.

Li wê derê weke ku milet li bajarekî bijî jiyana xwe derbas dike.

Ji dawet û zewacê de bigirin heta bi vekirina dikanên zêrkerî, xwaringeh û borsaya kirîn û firotina dolaran.

Li Domîzê bazareke nû hatiye vekirin, ji mêj ve nehatiye vekirin, lê ji ber ku tiştan erzan difrose, bala xelkê dikişîne ser xwe, xelk ji li tiştên erzan digere.

Ji ber erzanbûna wê, êdî ne tenê xelkê kampê, lê xelkê Duhokê jî xwe lê digirin û bazara xwe li wê derê dikin.