Herêma Kurdistanê bi fermî nerazîbûna xwe li hember gotinên Sîsî nîşan da

08-07-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser gotinên Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî derbarê ragihandina serxwebûna Kurdistanê de daxwaza daxuyaniyê ji Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê kir.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, ji Rûdawê re got, li ser daxuyaniyên vê dawiyê yên serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî me bi fermî bangî konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê kir û daxwaza daxuyaniyê jê kir ku gelo Sîsî ti daxuyaniyek li dijî serxwebûna Kurdistanê daye yan na?

Felah Mistefa da zanîn, konsulê Misrê jî gotiye dê vê banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigihîne rayedarên Qaîhreyê û daxwaza bersivê ji wan bike.

Mistefa anî ziman ku duh danê sibê li ser daxwaza konsulê Misrê li Hewlêrê civînek li dar xistine û her du aliyan li ser bûyer û pêşhatên dawî yên Iraq û Misrê gotûbêj kirine lê piştî ku hat gotin ku Sîsî li dijî serxwebûna Kurdistanê daxuyanî daye, êvara wê rojê me bangî konsulê Misrê kir û daxwaza daxuyaniyê jê kir.

Konsulê Misrê li Herêma Kurdistanê, Silêman Osman jî ji Rûdawê re ev yek piştrast kir û got, Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê bangî min kir û daxwaza bersiveke fermî li ser daxuyaniyên Sîsî kir, emê jî vê yekê ji wezareta derve ya Misrê re bêjin û bersivê ji wan bixwazin.

Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî, roja 7ê vê mehê gotibû, eger referandoma ragihandina serxwebûna Kurdistana Iraqê were kirin ev yek dê bibe destpêka karesata perçebûna Iraqê.

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî jî spasiya Sîsî kiribû û jê re gotibû, Iraq welatê tê yê duyemîn e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst