Ednan Muftî: Di nav YNKê de du nêrîn li ser serxwebûna Kurdistanê heye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, diyar kir ku di nav YNKê de du nêrîn heye ku yek alîgiriya Barzaî dike ya din jî alîgirê Malikî ye. Muftî, her wiha ragihand, bila Îranê bizane ku dewleta kurdî li dijî wî welatî nabe.

Endamê Polîtburoya YNKê Ednan Muftî, di hevpeyvînekê de digel heftenameya Rûdawê ku duh hat belavkirin, li ser lidarxistina referandom û ragihandina serxwebûna Kurdistanê got, YNK di vî warî de mîna Barzanî hizir dike lê di nav YNKê de du nêrînên cuda li ser vê yekê hene.

Ednan Muftî, ku serokê berê yê Parlamentoya Kurdistanê ye jî, da zanîn ku yek ji wan nêrînan alîgiriya Barzanî dike û ya din jî alîgirê wê ye ku bi Malikî re rêkeftin bê kirin.

Li ser helwesta Îranê ya li hember ragihandina serxwebûna Başûrê Kurdistanê jî wî endamê polîtburoya YNKê got, Îran û Tirkiye du welatên mezin ên deverê ne û her du jî di heyamên borî de li dijî dewleta kurdî bûn lê niha êdî gellek tişt hatine guhertin lê em Îranê piştrast dikin ku dewleta Kurdistanê ne li dijî wî welatî ye û em destê xwe naxin nav karûbarên welatên din.

Îran, bi tundî dijîtiya xwe li hember jihevbelavbûna Iraqê û çêbûna dewleta kurdî li Başûrê Kurdistanê tîne ziman û vê yekê “pilana Îsraîl” dizane.