Êlih - Şivanê Sûriyeyî di kanala avdaniyê de winda bû

Hewlêr (Rdûaw) - Li navçeya Hezoyê ya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê şivanekî Sûriyeyî ket kanala avê û winda bû.

Li gundê Kanîkê yê navçeya Hezoyê şivanekî Sûriyeyî yê ku navê wî nehatiye zanîn ji bo ku xwe hênik bike ket kanala avdayê û winda bû.

Kesên ku cilên şivan li ber kanala avdaniyê dîtin, agahiya tîmên tenduristiyê pê xist.

Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên tenduristiyê, AFAD û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Tîman li cihê bûyerê dest bi lêgerînê kir.

Xebatên lêgerînê berdewan dikin.