Amed (Rûdaw) - Ma qet kuçik ji av û nan dikevin? We qet dîtiye kuçikek ji xemgîniyê ji cihê xwe ranabe û di ser halê xwe de bigrî?
Yên ku qet nedîtine kuçik jî xemgîn dibin, bila li vê raporê baş temaşe bikin.
Li bajarê Amedê, kuçikê bi navê Hêvî ev çend roj in ji ber zindankirina xwediyê xwe ji nan û avê ketiye.
Ew hingî xema zindankirina xwediyê xwe dixwe, wekî nexweşekî nav nivînan ji cihê xwe ranabe.
Ramazan Şîmşek xwediyê wê kafeya li Amedê ye ku ji ber xizmeta bi Kurdî hatibû desteserkirin.
Dadgehê heta rûniştina dozê biryar da ku ew wekî girtîgehê de di malê de bimîne.
Derketina wî ya ji malê qedexe ye û her tevgera wî bi rêya amûra elektronîk tê şopandin.
Dema ku carna sînyalên wê qut dibin, yekser polîs têne mala wî û ew kontrol dikin.
“Li girtîgehê gardiyan li malê ez derî li ser xwe digirim”
Xwediyê Kafeya Pîneyê Remezan Şîmşek ji Rûdawê re got:
“Jiyana min hatiye astengkirin. Ev jî girtîgeh e. Li girtîgehê jî derî li ser min girtiye, li vir jî derî li ser min girtiye.
Li wir gardiyan derî li ser min digirin, li vir ez derî li ser xwe digrim.
Ev çend roj in li malê di lingê min de kelemce heye. Nikarim ji hundir derkevim derve.”
Li gel ku kafeya wî ji mala ku lê girtî ye tenê 300 metreyan dûr e jî nikare biçe serdana kafeyê.
Destê wî û kuçikê wî ji hev veqetane
Cezayê malê, destê wî û kuçikê wî ji hev qetandiye.
Ew gelek bêriya kuçikê xwe Hêvî dike.
Remezan Şîmşek wiha behsa rewşa xirab a kuçikê kir:
“Hêvî jî gelek xemgîn bûye. Mirov di ajalan de, bi taybetî di kuçikan de dibîne.
Dema dikenin wisa zimanê xwe derdixin derve, çavên xwe beloq dikin. Li derdora xwe mêze dikin. Şên in. Diyar in ku kêf dikin.
Lê dema xemgîn jî dibin wisa çavên xwe digrin. Çav vekirî ye, lê weke girtî xuya dike.”
Ev dîmen ên beriya desteserkirina Remezan Şîmşek in ku bi Hêvî re dilîze.
Kuçikê wî ji bilî Kurdî tu zimanekî din nizane
Kuçikê wî Hêvî ji bilî Kurdî tu zimanekî din nizane. Dema ku Remezan Şîmşek li ba wî ye, ew gelekî kêfxweş e.
Ev dîmenên Hêvî jî yên piştî desteserkirin û cezayê girtîgeha malê ya Remezan Şîmşek e.
Hêvî li ser halê xwe dinale
Ji roja ku jê dûr ketiye, Hêvî ji cihê xwe ranabe. Weke ku nexweşê nava ciha be, li ser halê xwe dinale.
Xebatkara Kafeya Pîneyê Behyanê jî got:
“Ji roja ku mamoste çûye Hêvî wisa xemgîn e. Ev çend roj in bi xweşikî nan jî naxwe.
Lê berê ne wisa bû. Dema ku mamoste li vir bû, xwarina xwe jî dixwar, ava xwe jî vedixwar, kêf kêfa wî bû.
Lê çawa ku ew çûye wisa xemgîn e, qet ji cihê xwe ranabe.
Em jî pê re xemgîn dibin. Carna wilehî dema ez wê wisa dibinim, ez jî nikarim tiştekî bixwim.”
Xwediyê kafeyê biryar dabû ku zimanê xizmetê li kafeya wî tenê bi Kurdî be.
Piştî ku ev biryar bi rêya Rûdawê eşkere kir, polîsan avêt ser kafeyê û ew desteser kir.
Dadgehê bi şertê ku dernekeve derveyî welat û li mala xwe girtî ango zindankirî bimîne, ew berdabû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse