Mesrûr Barzanî li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budceyê de: Em binpêkirina mafên xwe qebûl nakin

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Alina Romanowski Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, wan hemû hewlên xwe dane ku bi Hikûmeta Iraqê re ji bo parastina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya destûrê de bigihin rêkeftinekê û got, “Em binpêkirina mafên xwe qebûl nakin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an piştî ku pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Arvin Hicks kir ragihand, “Me li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser esasê destûr û rêzgirtina rêkeftinan gotûbêj kir.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê anî ziman, “Mijara sereke ya civînê li ser pişka Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de bû û me dupat kir hemû hewlên xwe dane ku di çarçoveya destûrê de û ji bo parastina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi hikûmeta federal re bigihin rêkeftinekê lê em binpêkirina mafên xwe qebûl nakin.”

Barzanî li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî got, “Em her du alî li ser wê yekê hevfikir bûn ku divê di demeke kurt de hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bên kirin.”

Li gor guhertinên dawî yên di projeyasaya budceya sala 2023an de, Hikûmeta Iraqê dê 400 hezar bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê werbigire û bi heman mekanîzmayên nefta Iraqê hinarde dike û difiroşe. Heger ew nehat kirin ji bo navxwe tê bikaranîn, Iraqê mesrefên derxistin û veguhestina neftê ji kîsê xwe dike û hejmarên hesabên bankî têne vekirin, yek ji bo dahata petrolê ya Herêma Kurdistanê di Banka Navendî ya Iraqê de, hejmara din jî ji bo mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û serokwezîr dê desthilata xerckirinê hebe, wate bêyî vegerandina ji bo Wezareta Darayî û destûra Wezîrê Darayiyê.

Parlamentoya Iraqê dê îro budceya sala 2023an pesend bike ku pişka Herêma Kurdistanê ji %12.67 û nêzîkî 16 trîlyon dînar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst