Çekdarên Hemzat dexlûdanên cotkarên Kurd li Efrînê dişewitînin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Hemzat a opozisyona Sûriyê ku komeke girêdayî Tirkiyê ye, dexlûdanên çend cotkarên Kurd ên li herêma Efrînê şewitandine.

Çalakvanê Kurd Mistefa Şêxo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku çekdarên grûpa Hemzat bi fermandariya Seyf Ebû Bekir dexlûdanên çend cotkarên Kurd di navbera herdu gundên Kîmarê û Beradê de şewitandine.

Mistefa Şêxo da zanîn ku roja Çarşemê çekdarên grûpa navborî li xala serbazî ya heftem li bakurê gundê Kîmarê û nêzîk gundê Beradê agir berdane dexlûdanên cotkaran.

Şêxo got jî ku agir gihîştibû heta nêzî herdu gundên Soxanekê û Meyasê li navçeya Şêrawa.

Herêma Efrînê ji adara sala 2018an ve di kontrola hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê de ye.