Li Mûşê serwîsa xwendekaran qeza kir: 9 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Qopê yê ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ve otomobîlek û serwîsa xwendekaran li hev ketin û di encam de 9 kes birîndar bûn.

Bûyer îro 8ê Hezîrana 2023an li nêzîkî Taxa Zafer û li ser rêya Qop-Xelatê qewimî.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, serwîsa xwendekaran a bi şofêrtiya Galip Sonmez û otomobîla bi şofêrtiya Ozkan Yilmaz li hev ketine û di encam de 9 kes birîndar bûne.

Hatiye ragihandin ku 5 kes ji birîndarên bûyerê xwendekar in.

Her 9 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qopê hatine veguhestin. Lê heta niha derbarê tendirustiya birîndaran de ti zanyarî nehatine belavkirin ka rewşa wan baş e an giran e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.