Nêçîrvan Barzanî bi Balyoza Amerîkayê ya Iraqê re civiya

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Alina Romanowski
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski kir. Piştî civînê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku mafên Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de berçav bigire.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an pêşwaziya Balyoza Amerîkayê ya Iraqê Alina Romanowski kir û li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de behsa budceya Iraqê hatiye kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku Nêçîrvan Barzanî di civînê de li ser budceya Iraqê axiviye û gotiye, “Tekezî li ser wê yekê kir ku ew projeyasa bi awayekî ku berjewendiyên hemû herêm û pêkhateyên Iraqê û mafên Herêma Kurdistanê li ber çavan bê girtin û bibe wesîleya vejandina aborî û dabînkirina xizmetguzariyan.”

Di beşeke din a hevdîtinê de her du aliyan li ser pirsa hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê danûstandina axivîn û hewl û pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo lidarxistina hilbijartinan hatin nirxandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serok Nêçîrvan Barzanî got ku dê hemû tedbîrên pêwîst ji bo lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de bên girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst