Li Mereşê erdhej çêbû

08-06-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Andirîn ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.2 pile erdhejek çêbû û kûrahiya wê jî nêzîka 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) îro Pêncşemê 8ê Hezîrana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku li navçeya Andirînê ya ser bi parêzgeha Mereşê ve di demjimêr 06:38 xûlekan de erdhej çêbûye.

AFADê ragihandiye, hêza erdhejê 4.2 pileyê Rîxter û kûrahiya wê jî 6.99 kîlometre di bin erdê de bûye.

Li gor zanyariyên destpêkê erdhej nebûye sedema ti zirarekê.

Doh 7ê Hezîranê jî li navçeya Şankûşê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve bi hêza 4.1 pile erdhejek çêbûbû.

Pisporên erdhejê hişyarî didin û dibêjin, dibe ku erdhejên pileya wan mezintir jî li herêmê çêbibin.

Di 6ê Sibata îsal de du erdhejên mezin ku navendên wan li qezayên Bazarcix û Elbistanê yên Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn, ew parêzgeh û 10 parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bûn sedema wêraniyek pir mezin û mirina bi deh hezaran kesan.

Li gor amarên fermî yên hikûmeta Tirkiyê, di erdhejên 6ê Sibatê de zêdetir ji 50 hezar kesan li 11 parêzgehan canên xwe ji dest dan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst