Karkerên demsalî berê xwe dane Deşta Mûşê

Hewlêr (Rûdaw) - Komek karkerên demsalî yên ji Amedê berê xwe dan Deşta Mûşê û li wê derê dest bi eşêfa pincarê şekir, nok û gulberojan dikin.

Li Deşta Mûşê ku navendeke girîng a cotkariyê ye çandina pincarê şekir, nok û gulberojan destpê kir.

Bi sedan karkerên demsalî tevî malbatên xwe ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê bi armanca di erdên çandiniyê de bixebitin û debara xwe bikin, berê xwe dane Mûşa Bakurê Kurdistanê.

Karkerê Demsalî Fehmi Koç dibêje: “Di her malbatekê de 4 kes, 2 kes, 3 kes an 7 kes dixebitin.”

Karê herî zehmet jî yê jinan e, lewra jin ji hilhatina rojê ve heta êvarî li nav erdan dixebitin û piştre jî di konan de xwarinê çê dikin û karûbarê malê dikin.

Karkera Demsalî Kerime Koç jî got: “Wek jinekê karê me gelekî zehmet e. Em hem li zevî dixebitin û piştre jî li malê karê xwarin, cil û firaxan zêdetir zehmet e.”

Li parêzgeha Mûşê 2 Milyon û 556 hezar û 367 dekar erdên çandiniyê hene. Mûş di berhemanîna gulberojan de li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê cihekî girîng digre.

Sala 2021ê 3 hezar 270 ton gulberoj hatin berhemanîn, ku dike %15.33ê berhemanîna Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Herwiha 277 hezar 558 ton pincarê şekir hat berhemanîn, ku dike %1.53ê berhemanîna Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê.