Li Şirnexê wek demên berê bûk li hespê siwar kirin û birin mala zava
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê malbatekê wek nerîteke kevn a Kurdan bûka xwe li hespê siwar kirin û di nav kuçe û kolanan de veguhastin mala zava.
Siwarkirina bûkê li hesp an jî li mehînan nerîteke kevn e di nav Kurdan de û li parêzgeha Şinexê, beşek ji malbatan hîn jî berdewamiyê bi vê nerîta bi sedan salan a ji bav û kalan didin. Li wê parêzgehê bûka bi navê Pervîn Kulter, biryar daye ku ligel Aykut Kulter bizewice lê malbata zava biryarê didin bûka xwe li hespê siwar bikin û bi vî awayî bînin mala zava.
Piştî ku bûk li hesp hate siwarkirin bi dengê tilîlî û stranên Kurdî di nav kolanên Şirnexê de bo mala zava hate birin.
Zava Aykut Kulter amaje bi wê yekê da ku niha piraniya xelkê bi otomobîlan bûkên xwe ji mala bûkê dibin û got, “Lê me xwest em nerîta bav û kalên xwe bidin jiyandin. Ez ji vê yekê gelek kêfxweş im.”
Pervîn Kulter a bûk jî kêfxweşiya xwe anî ziman û destxweşî li mêhvanên ku beşdarî dawetê wan bûne kir.
Meta zava Besna Kulter jî diyar kir wan nerîtên bav û bapîran bi cihanîne û daxwaz kir ku herkes van nerîtan bicih bîne û nede jibîrkirin.