Li Şirnexê wek demên berê bûk li hespê siwar kirin û birin mala zava

08-06-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Bakurê Kurdistanê Hesp
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê malbatekê wek nerîteke kevn a Kurdan   bûka xwe li hespê siwar kirin û di nav kuçe û kolanan de veguhastin mala zava.

Siwarkirina bûkê li hesp an jî li mehînan nerîteke kevn e di nav Kurdan de û li parêzgeha Şinexê, beşek ji malbatan hîn jî berdewamiyê bi vê nerîta bi sedan salan a ji bav û kalan didin. Li wê parêzgehê bûka bi navê Pervîn  Kulter, biryar daye ku ligel Aykut Kulter bizewice lê malbata zava biryarê didin bûka xwe li hespê siwar bikin û bi vî awayî bînin mala zava.

Piştî ku bûk li hesp hate siwarkirin bi dengê tilîlî û stranên Kurdî di nav kolanên Şirnexê de bo mala zava hate birin.

Zava Aykut Kulter amaje bi wê yekê da ku niha piraniya xelkê bi otomobîlan bûkên xwe ji mala bûkê dibin û got, “Lê me xwest em nerîta bav û kalên xwe bidin jiyandin. Ez ji vê yekê gelek kêfxweş im.”

Pervîn Kulter a bûk jî kêfxweşiya xwe anî ziman û destxweşî li mêhvanên ku beşdarî dawetê wan bûne kir.

Meta zava Besna Kulter jî diyar kir wan nerîtên bav û bapîran bi cihanîne û daxwaz kir ku herkes van nerîtan bicih bîne û nede jibîrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst