Sê partiyên Kurd heqareta li beramber Kurdan a di rêzefîlma ATV de şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Sê partiyên Bakurê Kurdistanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK – Tevgera) derbarê beşek ji rêzefîlma di kanala ATV a Tirkiyê de ku sivikayî bi nirxên Herêma Kurdistanê dike daxuyaniyek hevbeş dan û bi tundî ew helwêsta şovenîstî şermezar kirin.

Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’ ango ‘Gurê Bitenê’ de ku li kanala ATV ya Tirkiyê tê weşandin, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê de tê darizandin, lê ew kes heqaretê li sembol û nirxên Kurdan û dadgehê dike. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Kesê bi navê “Tekîn Giritlî” di dîmenan de statûya siyasî ya Herêma Kurdistanê biçûk dixe û îdia dike ku pêkhateyên etnîkî û olî yên li herêmê jî li dijî Kurdan in û hewl dide têgihiştinên wek “Kurd nikarin bibin dewlet” û “Kerkûk û Mûsil ya Tirkan e” bide qebûlkirin.

Belavbûna dîmenên wê beşa rêzefîlmê di nava Kurdan de bû rojev û nerazîbûnek mezin li pey xwe anî.

Her sê partiyên Bakurê Kurdistanê, PAK, PSK û TDK-Tevger jî bi daxuyaniyeke hevbeş helwêsta xwe aşkere kirine û ragihandine, “Em hişmendîya dagirker û nîjadperest a rêzefîlma  ATVyê rûreş dikin.”

Daxuyaniya her sê aliyan ya derbarê sivikatîkirina bi Kurdan a di rêzefîlma ATV de wiha ye:

“Di beşeke rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’a  ATV ya ku li Tirkîyeyê weşanê dike da, qaşo kesekî Tirk di dadgeheke Herêma Kurdistanê da tê darizandin. Di wê dadgehê da jî Ala Kurdistanê û wêneyê Birêz Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn.

Di wê rêzefîlmê da  bi awayekî eşkere heqareteke mezin  li Dadgeha Kurdistanê û li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hatîye kirin. Herweha di wê rêzefîlmê da Kerkûk, Mûsil, Hewlêr û hemû erdnîgariya Herêma Kurdistanê  jî wek beşeke ji Tirkîyeyê tê nîşandan û tê gotin ku heger Amerîka destê xwe ji wan deran bikişînin,  ew dê wan herêman ji wan bistînin û bi ser Tirkiyeyê ve bikin.

Cîgirê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Salar Osman got ‘’Em ê li ser mijarê lêkolînê bikin û bersivê bidin.”.

Dewleta Tirkîyeyê ya bi desthilatdarîya AK Partîyê, bi taybetî di van 6 salên dawî da, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê,  sîyaseteke li ser dijayetî û dijminatîya kurdan dimeşîne. Ev heqaret û êrîşa ku di rêzefîlma  ATVyê da hatîye kirin jî nîşana wê yekê ye ku , hinek nîjadperest û şowenên Tirk  dikarin vê  sîyaseta li ser dijminatîya kurdan  bigihêjînin  astên gelek metirsîdar.

Em wek PAK, PSK, TDK-TEVGER vê helwesta dagirker, nîjadperest û dijmintîya miletê Kurd a ATVyê û berpirsên vê rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’, ango ‘Gurê Bitenê’ ye  rûreş dikin.

Em bangî Baroyên Bakurê Kurdistanê dikin da ku ji bo  ev rêzefîlm bê qedexe kirin û di derbarê wan de doz were vekirin demildest gavên pêwîst bavêjin.

Parlamento, Serokatî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî divê vê rêzefîlmê protesto bikin û ji Dewleta Tirkîyeyê jî daxwaz bikin da ku berpirsên vê rêzefîlmê bêne ceza kirin.”