Ji ber êrişên Tirkiyê berhemên dîrokî tên wêrankirin

08-06-2021
RÛDAW
Nîşan Berhemên Dîrokî Kurdistan Tirkiye PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Berhemên Dîrokî yê Kurdistanê Keyfi Mistafa got ku li Dihokê di şerê di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de gelek berhemên dîrokî zirar dîtine û metirsî heye ku hin ji wan xihê xwe bên rakirin.

Keyfî Mistefa di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got “Di nav sînorê Duhokê de li heremên ku di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de şer dertê gelek berhemên dîrokî û şkeft hatine bombebarankirin û wêrankirin. Ji ber êrişên esmanî û topbaranan berhemên bi hezar salan tên hilwşandin.”

Mistefa tekez û got “Dibe ku hin berhemên dîrokî yên li herêmê ji cihên xwe bên kirin û bên dizîn. Ji ber ku niha ew der herema şer e, ew berhem ji bo ciheke din hatibin birin an na em nizanin. Wekî li Efrînê, em ditirsin ku berhemên dîrokî ji vir bên birin.”

Hewriha Keyfî Miste di derbarê berhemên dîrokî de wiha axivî “Wek mînak, hin berhemên dîrokî yên li Çiyayê Metîna aîdî serdema kevir in. Ango dîroka wan digihîje 60 heta 90 hezar sal berê. Herwiha li van hereman berhemên aîdî Sumer, Babîl, pêşiyên Kurdan, Mîtanî, Kardoxî û Medan hene.”

Rêvebirê Berhemên Dîrokî yê Kurdistanê Keyfi Mistafa li heremên ku şer hene ji bo parastina berehên dîrokî bang li UNESCOyê kir.

Mistefa da zanîn eger li wan hereman bê tespîtkirin ku berhemên dîrokî zirar dîtine, dê kesên ku bûne sedem li Netewên Yekbûyî bên gilêkirin.

Li aliyê din ev çend roj e birrîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û û veguhestina wan bo nav axa Tirkiyê bûye rojev û di derbarê mijarê de de gelek bertek û nerazîbûn çê bûne.

Wezaretên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê têkildarî birîna darên daristanên Başûrê Kurdistanê di dema operasyonên artêşa Tirkiyê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û daxwaz ji Tirkiyê kirin, ku dawî li birîna darên daristanên Kurdistanê bîne.

Muxtarê gundê Nizûrê jî li ser talankirina xwezaya Herema Kurdistanê dibêje, “Niha rê bo hemû van gundên sînorî tînin. Ew hemû hewlekê didin ku xwe bigihînin wan navçeyan ku av tê heye. Enfalkirina jîngeha Kurdistanê bi rastî bi destê Tirkiyê destpêkiriye.”

Ji destpêka operasyona artêşa Tirkiyê ve, nêzikî 7 hezar donim erd li 6 gundên parêzgeha Duhokê şewitîne. Xelkê gundên Kêşan û Nizûrê dibêjin, operasyon bûye sedem ku ew bi zehmetî karên xwe li nax bax û kêlgehên xwe birêve bibin.

Tirkiye ji 23yê Nîsana 2021ê ve li başûrê Kurdistanê dest bi operasyonê kirie û di vê operasyonê de 8 xalên leşkerî li nav axa Başûrê Kurdistanê danîne û di heyamê de 2 kesên sivîl birîndar bûn û 4 gund hatin valakirin û nêzî 70 malbat ji sînorê Kaanî Masê koçber bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst